Lire la suite à propos de l’article [Statut spécial de Touba 3/3] Touba et le Vatican : autonomie religieuse et actions communautaires
TOUBA (AA) - Li Senegalê bajarê herî mezin piştî paytext Dakarê şarê Tûbayê ye. Tûba bi qehwe, terîqet, camî û şêweyê jiyanê yê xasî bi xwe dirûvekî cuda yê bajarvaniyê nîşan dide. Tubaya ku 200 kîlometre dûrî paytext Dakarê ye, wek bajarê Şêx Ehmedû Bambayê şêxê Terîqeta Murîdî tê zanîn. Şêx Bamba îlhama xwe ji dara Tûbayê ku di Qur'ana Kerîm de derbas dibe girtiye û bajêr di sala 1887an de li dora dareke mezin ava kiriye. Ji wê rojê vir ve ye Tûba ji aliyê misilmanên Senegalê ve wek cihekî pîroz tê dîtin. Şêx Bamba wê demê Terîqeta Murîdî jî ava kiriye û li dijî çalakiyên mîsyoneriyê yên Rojavayiyan li ber xwe daye û ji bo xelk têkiliya xwe ji Îslamê nebire gelekî xebitiye. Fransiyan Bamba sirgûnî Gabonê kirine û ew jî 7 salan li herêmeke daristanê ya welat jiyaye. Li gor agahiyan di vê pêvajoyê de Terîqeta Murîdî gelekî mezin bûye û Fransiyan piştî Bamba serbest berdane nîşaneya rûmetê ya Fransayê Legion d'Honneur wergirtiye. Berevajiyê gelek welatên derdora wê ku tundî, şer û pevçûnên navxweyî diqewimin li Senegalê aramî û xweşbînî heye. Sedema vê jî wek rêça sûfîzma Bamba û baweriya Îslamî tê nîşandin. ( Xaume Olleros - Anadolu Agency )

[Statut spécial de Touba 3/3] Touba et le Vatican : autonomie religieuse et actions communautaires

Comme le veut la tradition avant la célébration de la Tabaski, le khalife des Baye Fall a offert, le 26 juin dernier, 1120 moutons au khalife général des mourides. Outre…

0 commentaire